Mesûd Barzanî: Alimên Kurdistanê bûn wesîle ku gelê Kurdistanê hişyar bibe

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji ber 51. salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Dînê Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî: Alimên Kurdistanê bûn wesîle ku gelê Kurdistanê hişyar bibe

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, alimên Kurdistanê bûn wesîle ku gelê Kurdistanê hişyar bibe.

Temamê metna peyama Barzanî:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta pêncih û yekemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir hengaveke girîng bû ber bihêztirkirina rola mamostayan û kesayetiyên mezinên olî ya bi bihêzkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û belavkirina çanda pêkvejiyanê û mirovdostî û onun wiha hişyarkirina welatiyên li hemû navçe û bajar û gundên Kurdistanê.

Heman demê de jî mamostayan û zanayên ola Îslamiya Kurdistanê li qonaxa xebat û şoreşê da roleke ber bi çav hebû bilin lidkirina hişyariya neteweyî ya xelk û nasandina mafan û redkirina zulm û bindestiyê.

Onun wiha rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî gelek bid bilin dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezine li asta navçeyî û cîhanî da bi hîkmet û şarezayiya wan li bingeha pîrozên olî sedemeke bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nikarê li nav gelê me cîh û pêgeha xwe veke.

Bi helkefta vê bîranîna girîng hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê."

ÎLKHA