Lîderan derheqê 47emîn salvegera qetlîama Qeladizê de peyam dan

Dema ku dîrok 24ê Nîsana sala 1974an nîşan dida rejîme Baasê bi 4 balafirên şer bajara Qeladizê bombebaran kirin.

Lîderan derheqê 47emîn salvegera qetlîama Qeladizê de peyam dan

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir û destnîşan kir: "Îro 47emîn salvegera bombebarankirina bajara Qeladizê ye ku di wê rojê de bi sedan sîwîlên ku di nav wan de profesor, xwendekar hebûn hatin şehîdkirin. Ev sûcê kirêt destpêka kampanyaya rejîma berî niha bû."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de wisa aldı: "Em îro wan sîwîlên ku di 24ê Nîsana sala 1974an de hatin kuştin bi bîr tînin. Di encama wê êrîşa ku wê rojê ji teref rejîma Baas ve hat lidarxistin de 123 kesên ku di nav de mermûr, akademîsyen, xwendekar û zarok hebûn hatin qetilkirin û zêdetirî 400 kesan jî birîndar bûn. Em şehîdên xwe bi rehmet û minnet yad dikin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derbarê mijarê de peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de derheqê qetlîama ku hatibû kirin de agahî da û kesên ku di wê qetlîamê de hatin qetilkirin bi bîr anî û dû re destnîşan kir: "Em bejna xwe bi rehmet û minnet li hember şehîdên xwe ditewînin."

Şoreşa gel a Kurdistanê ya ku Mela Mistefa Barzanî jê re serokatî dikir piştî xerabûna mutabaqata 1970yî, li Qeladizê belav bû. Ji ber ku li Qeladizê jî gel li hember rejîma Baas rabûn, rejîm êrîşî wan kir. Dema ku 24ê Nîsana sala 1974an nîşan dida rejîme Baasê bi 4 balafirên şer bajara Qeladizê bi bombeyên fosfor û napalmê bombebaran kirin û 123 kes qetil kirin. Wê rojê ji ber êrîşa ku hat kirin 400 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA