Li Xezzeyê hejmarê şehîdan gihaşt 53 hezarî

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 928an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 846 kesan.

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan gihaşt 53 hezarî

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 80 şehîd û 100 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 2 hezar û 799 kes şehîd bûn, 7 hezar û 805 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan.