Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 308 kesan.

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 28 şehîd û 179 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 924 kes şehîd bûn, 11 hezar û 267 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan.