Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê qenc bûn ji 250 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên ku ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) qenc bûn ji 250 hezarî derbas bû.

Li dinyayê hejmara kesên ku ji Kovîd-19ê qenc bûn ji 250 hezarî derbas bû

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê 253 hezar û 597 kes di şerê dijî vîrusa koronayê da bi ser ketin û qenc bûn.

Weqayên herî zêde yên başbûyan, li Çînê hatin dîtin. Li welêt 76 hezar û 964 kes qenc bûn.

Li dû Çînê jî bi dorê Îspanya (38 hezar û 80), Almanya (26 hezar û 400), Îtalya (20 hezar û 996), Îran (19 hezar û 736), Fransa (15 hezar û 438) û Amerîka (14 hezar û 828) tên.

AA