Li Belcîkayê misilmanên 35 netewan diçin mizgefta Kurdan

Mizgefa Xezalî li bajarê Antwerpen ê Belcîkayê, mizgefteke Kurdan e ku misilmanên 35 welatên din, ên ku niha li Belcîkayê dijîn, li vê mizgeftê nimêjê dikin.

Li bajarê Antwerpen ê Belcîkayê, misilmanên 35 neteweyan li mizgefteke Kurdên Belcîkayê nimêjê dikin. Li vê mizgeftê di hemû rojên meha Remezanê de xwarina fitarê tê amadekirin.

Mizgefa Xezalî li bajarê Antwerpen ê Belcîkayê, mizgefteke Kurdan e ku misilmanên 35 welatên din, ên ku niha li Belcîkayê dijîn, li vê mizgeftê nimêjê dikin.

Rêvebir û pêşnimêjê mizgeftê Kurd in. Rêveberê mizgeftê di meha Remezanê de hemû êvaran xwarinê ji nimêjkaran re amade dikin, ji xeynî vê yekê zekat û fitreyên xwe jî kom dikin û bi rêya rêkxistineke taybet dişînin cihên pêwîst.

Pêşnimêjê Mizgefta Xezalî li bajarê Antwerpen Mele Ebdulrehman e ku xelkê Ameda Bakurê Kurdistanê ye. Mele Ebdulrehman ne tenê ji misilmanên Kurd re, lê li misilmanên 35 welatên din re jî behsa şerîeta îslamê dike û şîretan dide wan.

Mele Ebdurehman ji Rûdawê re dibêje: “Herî kêm 30 – 35 netew li vir hene, ji mezheb jî Şîeyê vê jî hatiye Suniyê vê jî hatiye. Em bêjin selefiyê vê jî hatiye, Şafiî û Henefiyê vê jî hatiye. Ji ber ku em Kurd in û em bêtir li vir in, em bi zimanê xwe dicivin û em bi zimanê xwe xeber didin.”

Di hemû rojên meha Remezanê de, li vê mizgefta Kurdan a li bajarê Antwerpen ê Belcîkayê, fitar tê amadekirin û misilmanên Kurdistanî û yên ji 35 netewên cuda bi hev re li vê mizgeftê fitara xwe vedikin.

Mele Ebdurehman dibêje: “Xelkê me yê Kurd bi du sê tiştên xwe meşhûr e, yek ji van jî bi camêriya xwe ye. Camêriya Kurdan jî di meha Remezanê de zêdetir dibe. Li gundên Kurdistanê binêrin, di meha Remezanê de hema hema her malek carekê be jî, nan dide hemû gundiyan. Me jî dît ku kesên tûrîst li vir gelek in, ên ezeb gelek in, yên nezewicandî gelek in, yên bê mal gelek in û hinek jî bê kes in.”

Weke hemû mizgeftên din ên Kurdan û yên milletên din ên li Ewropayê, li vê mizgeftê jî serfitre û zekat û sedeqe têne komkirin û bi rêya saziyeke taybet wan digihînin cihên ku pêwîstî bi wan alîkariyan hebin.

Ji Dezgeha Xêrxrxwazî ya IHO Ebrar, Ceyhun Korkmaz ji Rûdawê re ragihand: “Cihê ku alîkarî jê re diçe, diçe Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji Iraqê re diçe, ji Sûriyê re diçe, diçe ji Afrîqayê re, diçe ji Asyayê re, li kuderê muhtacek hebe, mezlûm hebin, ji wan deran re alîkarî diçe. Lê dîn, ziman û nijadê, tekez em mêze nekin.”

Di salên dawiyê de, mizgeftên Kurdan li Ewropayê zêde bûne, li Belcîkayê jî çend mizgeftê wan hene lê di navbera wan de têkilî tune ne.

Pêşnimêj û gotarbêjê Mizgefta Xezalî dibêje: “Eger me karîba vêya bikira, em dê bibana dewlet di dinyayê de. Te dîtiye ku li gundekî du heb (kes) hatibin bal hev. Li Belcîkayê li Geltê mizgeftek heye, Mele Mahir meleyê vê derê ye, xortek e. Em çûne û me ew ziyaret kirine, ew jî hatine serdana me kirine. Elhemdulîlah em û ew nêzî hev in. Mizgevtek jî li Luvenê heye. Me melê vê nas nekir.”

Misilmanên Kurd ên ku berê ji bo kar û paşê jî bi penabertiyê çûne Ewropayê, dixwazin êdî wan jî mizgeftên xwe yên taybet hebin, weke revendên misilman ên ji welatên din. 

Rûdaw