'Failên 34 kesên ku li Roboskîyê hatin qetilkirin çima nayên darizandin û tewqîfkirin?'

Berî ve 9 salan li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebanê di bomberana balafirên şer de 34 gundîyên ku zarok jî di nav wan de hebûn jiyana xwe ji dest dabûn.Ji ser qetlîma Roboskîyê 9 sal derbas bûn, lê hêj kesên berpirsîyarê vê qetlîamê ne, nehatin dîtin

'Failên 34 kesên ku li Roboskîyê hatin qetilkirin çima nayên darizandin û tewqîfkirin?'

Di encama bomberana ku ji teref balafirên şer li  gundên Bujeh û Roboskîya Qilebana Şirnexê hat kirin de exlebeyê wan zarok  tevde 34 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn.Ji ser vê qetlîama ku li Roboskîyê hat kirin, 9  sal derbas bûn. Lê belê hê jî kesên berpirsîyarê vê qetlîamê nehatin eşkerekirin. Kesên ku mexdûr bûne di salvegara 9emîn a qetlîama Roboskîyê de bi bernameyên ku tên lidarxistin tên bibîranîn.

Malbatên kesên ku di qetlîamê de hatin kuştin tazmînata ku dewlet dabû wan red kiribûn û xwestibûn kesên berpirsîyar demildest werin eşkerekirin.Lê belê ev bû 9 sal ku hê jî kesên berpirsîyar nehatin diyarkirin û nehatin darizandin ku ev yek jî êş û kesera malbatan zêde dike.

Di sala 2011an de gundîyan wekî her neqil  ji bona debara malbatên xwe derbasî wî rexê sînorê bûbûn û di rêya vegerê de hatibûn qetilkirin. Li gor îddîayan, kesên ku ji wî rexê sînorê bi ber gundê xwe ve dihatin ji eskeran re hat gotin ku kesên ku tên PKKyî ne.Ji ber vê yekê balafirên şer bombe di ser gundîyên ku dihatin de berdan.Di bomberandina ku hat kirin de 17 jê zarokên 15-20 salî bûn ku tevde 34 kes jiyana xwe ji dest dan.Ji bomberanê têne gundîyek sax filitî bû.

Di salvegera 9emîn a qetlîama ku hat kirin de malbatên kesên ku di qetlîamê de hatibûn kuştin li ser mêzelên nasên xwe daxuyanî dan.

“Failên 34 kesan çima nayên darizandin û tewqîfkirin?”

Yek ji wan kesên ku di wê qetlîama wê rojê de hatibû qetilkirin Nevzet Encu bû. Hikmet Encuyê ku bavê Nevzetî bû derbarê mijarê de destnîşan kir, ev bû 9 sal ku hêj fail nehatine girtine û dû re wiha got: “Em daxwaz dikim ku failên vê qetlîamê bên darizandin û girtin. Failên 34 kesan çima nayên darizandin û tewqîfkirin?”

“Lawê min ji bo mazotê çûbû, dema ku tiştek nedianî em birçî diman”

Turkan Usluya ku dêya Ozcan Usluyê ku di qetlîamê de hatibû kuştin e derbarê mijarê de destnîşan kir, lawê wê ji bo ticareta mazotê çûbû û dû re wiha got: “Lawê biçûk bû û guneh bû. Lawê min ji bo mazotê çûbû, dema ku tiştek nedianî em birçî diman. Dabara mala me bi destê wî bû. 2 roj mabûn ji rojbûna wî re, ew ê ketibe 18 salîya xwe. Zarokên me şevekê ji nişka ve hatin qetilkirin.”

“Tiştê ku hat serê me bila neyê serê tu kesî”

Uslu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: “Em edaletê dixwazin. Tiştê ku hat serê me bila neyê serê tu kesî. Tiştê ku hat serê me bila neyê serê Êzîdîyan bi xwe jî. Em ji rojên zor û zehmet derbas bûn. Ev bû 9 sal ku hêj êş û elema me nehatiye girtin û bi dawî nebûye. Êş û elemeke mezin e û tu carî ji serê me dernayê. Ez ji canê xwe zêdetir ji lawê xwe hez dikim. Ew lawê min ê herî mezin bû û me nan bi saxîya wê dixwar. Êdî tiştê ku çû, çû nema tê. Xwezî nemiribana. Em qayîl bûn ku di hepsê dabana û nemiribe. Ji wan 34 kesên ku hatin kuştin piranîya wan zarok bûn. Ew ji bo mazotê çûbûn.”

ÎLKHA