Mérxas

Şehadetinin 24. sene-i devriyesi münasebetiyle Şehid Rehber Hüseyin Velioğlu üzerine yazılan Stran.

Mérxas

STRANA ŞÎNÊ 

Wî de lê lê… hewî lê lê …

Dayê rebenê Xwedê xera bike 

Stenbola şewitî bişewite berî li behrê ye  

Eman de belkî xwedê xera bike  

Stenbola wêran berî li behrê ye 

Ez bala xwe didimê 

Ji şeveqa sibê de  

Kelek û gemî di gerdenê de diçin û tên  

Masîyê binê behrê ketine şînê ye 


Di mabeyna Behra reş û sipî de 

Di sar û serma Çilê Erbe’în de 

Her du behra bilq vedane vedireşin ji xwînê ye  

Dayê rebenê! Dstpêka danê di nîvro ye 

Reşxeberek hatî 

Dibêjin li ber qeraxê gerdena vî bajarê wêran  

Li hêlî tirba hezretî Yûşa 

Yeqîn şerre 

Îro li ser serê mêr û mêrxasa  

Roj roja oxilmê ye 

Dibêjin sê berxê mala mêrxasa ketine tengasiyê 

Îro li xurbetê mane di mehserê ye 

Bavê bavê min  

De ka werin em ji xwe re sêr bikin  

Gelo îro kî berxe kî beranê di kozê ye 

Wî de lê lê… dayê 

 Ax de lê lê daye rebenê pepûkê  

Nemînim, nemînim… 

Heta sax bim 

Ezê li ser berxê mala Welî bavê Mucahîd  

Xwîn vereşim axînek ji kezebê bikşînim 

Merd û mêrxasê roja giran ji xwe re bi bîr bînim  

De lê lê dayê

Wî de lê lê… hewî lê lê …

Dayê rebbenê 

Zivistane sar û serma ye 

Bişewite Stenbola şewitî berî li behrê ye 

Wî de Xwedê xera bike Sitenbola şewitî berî li behrê ye  

Roja me hatibû wextê dana 

Min dî xeberek hatî dibêjin 

Bavê Mucahîd berxê Mala Welî  

Serê xwe rakir ji xewa şîrîn 

Berê xwe da oxirê pişta xwe da felekê  

Nihêrî li şubak û pencere ye 

Gava ku dî dor li wan hatî girtin 

Hê tê gîha ku ew roj roja bicîhanîna ehd û sozê ye 

 Li mile rastê vegerî 

Go: De lo lo bira ca rabe  

Kekê min ca rabe  

Beranê kozê de rabe  

Berxê Gozê ca tu rabe 

Xeberê bide beranê çargurçik  

Berxê mala Mehmûd 

Bê de rabe, bira de rabe  

Keko de rabe 

İro oxilme ye şer girane 

Barê xîretê ketiye ser milê me her sê bira 

 Rabe emê kar û tevdîrekî bibînin 

Rext û fişekê xwe girê din 

Destê xwe bavên tetikê van keleşa 

Bi sebr û qerar şerrekî wisa bikin 

Mînanî şerrê eshabiyê dewra berê 

Lingê xwe li ser îmanê qayim bigrin  

Ta  nefesa dawin venagerin em ji oxirê

Ma nayê bîra te roja ku me ehd û soz dabû 

Me digot: Heta ruh di can da be  

Em xwe naspêrin neyaran 

Wê temmamî ehd û soz û sirrê dost û hevala  

Hetanî roja mehşerê bi me ra be 

Ax de rabe rabe… 

Ax de lê lê dayê rebenê pepûkê  

Nemînim, nemînim… 

Heta sax bim 

Ezê li ser berxê mala Welî bavê Mucahîd 

 Xwîn vereşim axînek ji kezebê bikşînim 

Merd û mêrxasê roja giran ji xwe re bi bîr bînim  

De lê lê dayê

Wî de lê lê………hewî lê lê ….  

Dayê rebenê  

Xwedê xera bike  

Stenbola wêran berî li behrê ye 

Kelek û gemî di gerdenê de li hev civîne  

Masîyê binê behrê ketine şînê ye 

Gotina bav û kala ye ku dibêjin  

Rom xayîn e, bextê Romê nîne 

Tim û tim cara dek û dolaba digerîne 

Find û çira xwe bi virr û derewa dişuxlîne  

Ax de dayê reşxeberek  hatî  dibêjin: 

Bavê Mucahîd berxê mala Welî  

Beranê çargurçık 

Li kambaxxa Stenbola wêran  

Digel du mêrxasên ji mala mêra  

Serî hildaye li hember neyara

Ji danê nîvro bigre hetanî berê di êvarê 

Bi tekbîr û selewata 

Li meydanê diçe û tê 

Çavê xwe ji gulê neyara naguhêze  

Ax mala min bi şewite 

Bi şewita mala bêkesiyê 

Silavekî da Şêx Seîd, 

Nursî bi hêstirên çava birîna wî dikewîne 

Eman dibên dewsa sî û gula li can û bedena wî dijmêr e  

Wê çaxê hêstira bi ser de dibarîne lê lê şîna wî digerîn 

Welle bavê min mêrxas û mêre 

Kekê min pilng û şêr e 

Çi bikim li welatê xerîb îro 

Digel du mêrxasa tenê maye bêpişmêr e  

Daye rebenê