Îshak Saglam: ​'Ji îşxala Filistînê re bêdengmayîn îxanet e'

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê plana îlhaqê ya ku ji teref siyonîstan ve tê xwestin û bêdengîya ummeta Îslamê de daxuyanîyek belav kir.

Îshak Saglam: ​'Ji îşxala Filistînê re bêdengmayîn îxanet e'

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir divê alema Îslamê ji bê îlhaq û îşxalê re bêdeng nemîne.

​“Bêdengmayîna li dijî îşxala Filistînê îxanet e”

Saglam di destpêka nirxandina ku kir de derheqê planên îlhaqa Filistînê de wisa got: “Heftîya borî Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ya ku tê de alimên navdar hene ji bo Filistînê bangeke dîrokî li ummetê û raya giştî ya cîhanê kir. Di bangewazîya ku hat kirin de hat destnîşankirin ‘​bêdengmayîna li dijî îşxala Filistînê îxanet e û ger rejîma îşxalê vê sepana dagirkirin û îşxalê tetbîq bike ew ê li tevahîya cîhanê tu rûmeta sazîyên mîna Neteweyên Yekbûyî nemîne.’ Dîsa di heman bangewazîyê de  ji sazîyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqê hat xwestin ku li dijî van îxlalên eşkere yên ku li hember qanûn û nirxên navneteweyî yên kirin helwesteke hevpar û rastî nîşan bidin.”

“Divê ummet ji vê îşxal û talanê zêdetir nebe temaşevan”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê ummet ji bo Filistînê tiştinan bike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Alimên Misliman bang li alema Îslamê kirin û ji wan xwestin ku temamê peymanên ku bi rejîma îşxalê re hatine kirin bên fesihkirin ku rejîma îşxalê ji xeynî micadelê tiştekî fam nake û qanûnên navneteweyî jî nas nake.Dîsa di heman bangewazîyê de hat diyarkirin divê bostek bi xwe jî axa Filistînê ji rejîma siyonîst re neyê berdan ku ger ji bo Filistînê tiştek neyê kirin ew ê di nezda neslên were de wek sûcekî bê hesibandin. Divê ummet ji vê îşxal û talanê zêdetir nebe temaşevan û divê ummet ji bo Filistînê tiştinan bike.”

ÎLKHA